Kobanî- DAIŞ komkujiyek li gundê Berxa Botanê jî pêk aniye

Kobanî- DAIŞ komkujiyek li gundê Berxa Botanê jî pêk aniye

Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê li gundê Berxa Botanê yê başûrê bajarê Kobanî komkujiyek pêk anîne.

 

Îro Saet 04:00 sibehê, çekdarên DAIŞê girtin ser gundê Berxê Botanê, ku 30 km li başûrê Kobanî û komkujiyek di nava gund de dijî gundiyan pêk aniye ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nava gund bibûn.

 

Piştî komkujiyê li gundê Berxê Botan YPGê gund dorpêç kirin û dest bi şerekî giran li dijî çekdarên DAIŞê kirin, ku di encama wî şerî bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gund piştre kontrol kirin.

 

Çekdaran otomobîleke bombekirî li deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de teqandine û 25 şehîd û 70 birîndar jî di encama teqînê de hene, lê hîna hejmara wan nehatiye naskirin.

 

“Çekdarên ku êriş kirin ji xelkê re gotine hûn kafir in, diyar e ew çekdarên DAIŞê ne. Cihê ku derbasî wan bûne û xelk tê de bûn ew xelk hemû kuştine. Malin hene ku xelkê wan bi temamî hatine kuştin. Min bi xwe jinek dît ku hemû malbata wê hatibûn kuştin û ew jî birîndar bibû.