Tirkiyê astengiya li pêş birîndarên Kobanê derdixe

Tirkiyê astengiya li pêş birîndarên Kobanê derdixe

 

Rojava News: Di êrîşa çeteyan a li ser Kobanê de jin û zarok jî di nava de bi dehan welatî birîndar bûne. nexweşxaneyên Kobanê pêre naghêje, ji ber wê Kesên ku birînên wan giranin dibin Bakurê Kurdistanê, lê leşkerên Tirk ên ber sînor derbasbûna welatiyên birîndar ku piraniya wan jin û zarok in asteng dikin.

 

 

Bi dehan welatiyên Kobanê li ber sînorê rojavayê Kobanê kom bûn, lê leşkerên Tirkiyê rê nade ku welatiyên birîndar derbas bibin û astengiyan li pêşiya wan derdixînin. Ji ber ku xwîn ji gelek birîndaran diçe jiyana wan dixîne xeteriyê.