Hejmara birîndarên Kobanî 100 kes derbas kiriye

Hejmara birîndarên Kobanî 100 kes derbas kiriye

Rojava News: Hejmara birîndarên êrişa îro ya DAIŞê bo ser Kobanî 100 kes derbas kiriye. Herwiha 2 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dan.

Hejmareke mezin ya xelkê li ber deriyê nexweşxaneya Pirsûsê kom bûne.

Hendek ji birîndaran di riyên qaçax de xwe gihandine nexweşxaneya Pirsûsê û yên din jî di deriyê fermî de derbasî bûne.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Tanju Bilgiç di daxuyaniyekê de ragihand: “63 birîndarên Kobanî gihîştine Tirkiyeyê, 2 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan zarok e.”

 

Îro serê sibehê çekdarên DAIŞê êrîşî Kobanî kirin û niha şer di navbera wan û hêzên YPGê de li pêşiya nexweşxaneya Miştenûrê diqewime. Herwiha çekdaran otomobîleke bombekirî li deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de teqandine.

 

Li gor agahiyên dawî derdora 50 şehîd hene, ku piraniya wan sivîl in.

 

Herwiha Îro Saet 04:00 sibehê, çekdarên DAIŞê girtin ser gundê Berxê Botanê, ku 30 km li başûrê Kobanî û komkujiyek di nava gund de dijî gundiyan pêk aniye ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.