Rojava News: Serokê komîteya nivîsîna proje destûra Herêma Kurdistanê ragihand ku, PDK ji komîteya navborî venakêşe û dê li ser nivîsandina bendên destûrê berdewam be.
Sîrwan Zehawî derbarên gotegotên ku dibêjin Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji komîteya nivîsîna destûrê vekişiyaye ji BasNewsê re got: “Ew gotegot dûrin ji rastiyê, PDK di komîteyê de berdewam dibe.”
Derbarê helwesta serokê PDK û cîgirê wî û polîtbîroya wê partiyê de, Sîrwan Zehawî da zanîn ku “Wan di civîna dawî de ji me re ragihandin ku em di komîteyê de berdewam bin, ji ber ku destûr bo niştimanekî tê nivîsadnind û ne ji bo kes û aliyekî.”
Navborî bêhtir behsa wan gotegotan kir û got: “Ew cûrereyê gotegotan mebest jê ew e ku PDK rûbirûyê karvedanekê bikin, lê di vê plana xwe de serkeftî nabin.”
