Zaniyariyên dawî ji Kobanê

Zaniyariyên dawî ji Kobanê

Rojava News: Şer û pevçûn ji demê heta demek din di nav bajar de di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG û çekdarên DAIŞê berdewamin, xelk jî bajar vala dikin û berê xwe dane sînor, lê Tirkiyê heta niha deriyên sînor venekirine.

 

Rewşa bajar bi temamî ne diyare, ji demê heta demek din dengê gule û teqîneyan tê û rewşa xelkê li bajêr zor nexweşe û çi kesê ku şiyanên wî hebûn xwe gihandin ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê , lê heta niha Tirkiyê deriyê Murşid Pînar venekiriye û xelkê Kobanê hîna derbas nebûne aliyê Bakurê Kurdistanê.

 

YPGê ragihand ku 30 çekdarên DAIŞê kuştine û hin çekdarên dinjî destgîrkirine.

 

Peyamnêrê BasNews hewla têkiliyê bi berpirsên Kantona Kobanrê re da lê ji ber rewşa ne tekûz pêwendî pêknehatin. Yek ji fermanderê YPGê bi navê Çekdar Kobanê ragihand ku ew ji eniya şer ya Sirînê vegeryane bajarê Kobanê. Û ji BasNews re ragihand: “Rewş kontirolkiriye û me gelek ji çekdarên DAIŞê kuştine.”

 

Li gorî amareyên ku bi dest BasNews ketine heta niha 80 kesên sivîl şehîd bûne û 200 kes jî birîndar bûne û hejmarek birîndar hîna di nav malan de ne.