PDK-Bakûr êrîşa Kobanî şermezar kir

PDK-Bakûr êrîşa Kobanî şermezar kir

RojavaNews : Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bucak di daxuyaniyekê de êrişa çekdarên DAIŞê bo ser Kobanî şermezar kir. 

Serokê (PDK-Bakur) Sertaç Bucak di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Îro miletê kurd bi xemgînî nûçeiya hêrîşên li Kobanî bihîst. Teroristên DAIŞ’ê êrîşî Kobanî û çend gundên derdorê kirin. Di van êrîşan de li gor agahiyên medyayê zêdetirî 30 hevwelatiyên sivîl bi destê teroristan hatin şehîdkirin û zêdetirî ji  100 sivîlên bajêr birîndarên.” 

Sertaç Bucak herwiha dibêje, ew wek PDK-Bakûr vê êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser gelê Kobanê bi tundî şermezar dikin û lanetê li çekdarên DAIŞ’ê û hevalbendên wan jî dikin.

Bucak herwiha sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji gelê Kobanî re dixwaze û saxlemiyê jî ji birîndaran re dixwazê.

Daxuyanî bi vî awayî berdewam dike: “Îro, li dijî dijminekî hov û nemirov, li dijî teroristên DAIŞ’ê, roj roja parastina gel û piştevaniya şervanên hêzên Kurdî ye. Em hêvîdar in hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi zûtirîn dem yekrêziya navxwe durist bikin û mil bi mil li dijî teroristan rawestin, berevaniya gel û welat bikin.”