Rojava news: Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.
Teqînek li Hesekê li pêşiya Navenda Polîsê Tawanan a ser bi hikûmeta Sûriyê ve qewimî û piştî teqînê jî çekdarên DAIŞê êrişî navendê kirin û ev navend kontrol kirin.
Îro piştî nîvro di saet 16:45 de çekdarên DAIŞê bi du otomobîlên bombekirî ku yek ji wan kamiyon bû, êrişî Navenda Polîsê Tawanan a bajarê Hesekê ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve dihat birêvebirin, kirin û piştre kontrol kirin.
Jêderekî taybet ji Polîsê Tawanan a Hesekê ragihand: “Piştî teqînê DAIŞê Navenda Polîs bi temamî kontrol kir, lê heya niha ti agahiyek derbarê hejmara kuştî û birîndaran vê teqînê de nehatiye zanîn.”
