Kobanî: Navenda Rewşenbîrî ji DAIŞê standin

Kobanî: Navenda Rewşenbîrî ji DAIŞê standin

Rojava News: Li Kobanî cihên çekdarên DAIŞê hatine destnîşankirin. Ji aliyekê din ve hejmara qurbaniyan Gihişte 142 Şehîdan û 183 Birîndar

 

Navenda Rewşenbîrî ya kevin li nêzîkî taxa Gumrigê li bajarê Kobanî, ji aliyê YPGê ve hate kontrolkirin û ji dest çekdarên DAIŞê hate derxistin û hejmara birîndar û şehîdan jî bilind dibe.

 

Çeperên DAIŞê yên li nav bajarê Kobanî hatine destnîşankirin, yek jê nexweşxaneya Miştenûr li başûrê rojhilatê Kobanî ye û cihek jî li derdora Mizgefta Hecî Reşad li bakurê bajarê Kobanî ye û cihek jî li derdora nexweşxaneya Vîyênna li rojhilatê Kobanî ye û herwiha di navbera Dibstana Reş û Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê de jî çekdarên DAIŞê di avahiyekê de ne.

 

Ku di encama êrîşa rêxistina DAIŞê de li ser Kobanî di van herdu rojan de, hejmara sivîlên ku jiyana xwe bi destên çekdarên DAIŞê ji dest dane, heya vê demê gihiştiye 142 şehîdan, û hejmara birîndaran jî gihiştiye 183 birîndaran.