DAIŞê li Dêre Zor 42 jinên Êzdî firotin

DAIŞê li Dêre Zor 42 jinên Êzdî firotin

Rojava News: Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞê li bajarokê Meyedî yê dikeve rojhilatê Dêre Zorê 42 keçên Êzdî firotin.

 

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov di daxuyaniyekê de wiha got: “Çeteyên DAIŞê li hin navendên wan ên li bajarê Dêre Zorê keçên Êzdî firotine. Her yek ji wan keçan bi 500-2000 hezar dolaran hatiye firotin. Hê jî çarenivîsa zarokên wan jinên Êzdî ne diyare.”

 

Di daxuyaniya Çavdêriya Mafê Mirov de wiha tê gotin: “Çeteyên DAIŞê berî çend rojan nêzî 40 jinên Êzdî ligel zarokên wan anîn bajarokê Meyedîn.”