DAIŞ 50 sivîl dîl girtiye û 150 kes şehîd kiriye

DAIŞ 50 sivîl dîl girtiye û 150 kes şehîd kiriye

Rojava News: Heyva Sor a Kobanî dibêje, nêzîkî 50 kesên sivîl dîl ketine destê DAIŞê, herwiha eşkere kir ku di nava 2 rojan de zêdetirî 150 kesên sivîl li Kobanî şehîd ketine.

 

Rêveberê Heyva Sor a Kobanî, Şahîn Şêx Elî rahihandiye ku: "Heta niha nêzîkî 50 sivîlên xelkê taxên Miktel û Şehîd Moro dîl di destê DAIŞê de ne û ew rêxistin wan sivîlan wek mertal di şer de bi kar tîne."

 

Li ser hejmara qurbaniyan jî Şahîn Şêx Elî wiha got: "Li gorî zaniyariyên di destê me de ku ji malbatên qurbaniyan hatine wergirtin, zêdetirî 150 kesên sivîl di nava 2 rojan de li Kobanî bi destê DAIŞê şehîd bûne û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne."

 

Şêx Elî wiha domand: “Nexweşxaneya Miştenûrê ji aliyê jineke Amerîkî bi navê Krîstîna tê birêvebirin û 4 pizîşkên din ên Rêxistina Pizîşkên Sînornenas tê de kar dikin.”

 

Derbarê çarenivîa wan 5 pizîkên Sînorneas de, Şahîn Şêx Elî wiha got: “Ew her 5 niha li cihekî aram in û ti metirsî li ser jiyana wan tine ye û ew dîl neketine destê DAIŞê.”

 

Şêx Elî wiha domand: “Dema çekdarên DAIŞê êrişî nexweşxaneya Miştenûrê kirin, ti pizîşk û karmendek tê de tine bû, ji ber ku serê sibehê zû bû.”

 

Niha hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nexweşxaneya Miştenûrê dorpêç kirine û lê didin, her wek çawa di va dîmenên ku îro ji aliyê Rûdawê hatine girtin, diyar dibin.

 

Çekdarên DAIŞê duhî saet 04:00ê sibehê, ku hejmara wan nêzîkî 100 kesî bû û bi cilên Artêşa Azad û YPGê bi 6 otomobîlan derbasî nava bajarê Bobanî bûn û 2 ji wan otomobîlên bombekirî li wir teqandin, ku yek ji wan li nêzîkî deriyê Murşid Pinarê ligel Tirkiyeyê.

 

Hinek jêder dibêjin DAIŞ ji aliyê başûr bi rêya Helebê û Reqa hatine Kobanî, herwiha ji aliyê bakur jî hatine. YPGê Tirkiyeyê bi alîkariya DAIŞê di derbasbûna Kobanî de tohmetbar dike, lê rayedarên Tirkiyeyê vê yekê red dikin.