Balafirên Hevpeymanan li esmanê Hesekê digerin

Balafirên Hevpeymanan li esmanê Hesekê digerin

 

Rojava News: Hêzên kurd û balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo bombebarankirina çekdarên DAIŞê li Hesekê dest bi hemahengiyê kirin.

 

Li gor agahiyan balafirên ku îro li ser esmanê Hesekê digeriyan, yên Hevpeymaniya Navnetewyî ne.

 

Artêşa Sûriyê û milîsên ser bi wê ve, ji gelek cih û taxên Ereban ên li Hesekê vekşiyan, hêza DAIŞ gihşt taxên rojava û başûrê Hesekê, lewma li gor çavkaniya YPGê, wan biryar da ku dest bi operasyona kontrolkirina hemû bajarê Hesekê û taxên ku ji destê artêşa Sûriyê jî derketine, bikin.

 

Çavkaniya YPG li Hesekê ji Rûdawê re da zanîn, ku hîn ligel hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî negihîştin rêkeftina dawiyê, ji ber ku mercên hevpeymaniyê ew e, ku piştî derxistina wan taxan ji destê DAIŞê, nabe carek din bikevin destê hikumeta Sûriyê.