Hesekê... DAIŞ çend tankên mazotê teqandin

Hesekê... DAIŞ çend tankên mazotê teqandin

RojavaNews : Îro sibehê rêxistina DAIŞê a terorîst çend tankên mazotê li ser riya Xezil li Hesekê teqandin.

Jêderkî taybet ji RojavaNews got ku îro sibahê çekdarên DAIŞê hindek tankên mazotê li ser riya Xezilê teqandin û gelek ziyanên madî hene.

Ew jêder tekez kir ku DAIŞê îro derbasî taxa Ezîziyê bû û rêjeyek mezin ji taxê kontirol kirin e.

Herwiha sere vê sibê gelek teqîn li taxa Neşwa rojava û taxa Şerîaa yên bin destê DAIŞê de ne cêbû.

Li gorî raporta ku UN belav kiriya ku heta niha ji ber şerê ku li Hesekê derketiya û kontirolkirina DAIŞê li ser gelek taxên bajêr hêjmara koçberên wî bajarî gihiştiya zêdetirî 60 hezar mirov.

Nalîn Hesen