Hesekê : DAIŞê beşek ji taxa Kurdan jî girt

Hesekê : DAIŞê beşek ji taxa Kurdan jî girt

Rojava News: Çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê pêşde diçin û beşek ji taxa kurdên wî bajarî jî girtine.

 

Şer û pevçûn li başûr û rojhilatê bajarê Hesekê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de didome.

 

Li gor zanyariyên ji herêmê Hêzên rêjîma Sûriyê ji eniya şer direvin ji ber wê jî çekdarên DAIŞê pêşde diçin.

 

Hat zanîn ku; beşek ji taxa Ezîziye ya Kurdan jî ketiye destê DAIŞê lê ew dera ku ketiye destê DAIŞê, hemû ereb in…