Rojava News: Hat zanîn ku şervanên Kurd avahiya nexweşxaneya Miştenûrê ya bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxistine.
Şervanên Kurd îro danê sibê avahiya nexweşxaneya Miştenûrê (dibistana berê) ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.
Nexweşxaneya Miştenûrê, roja 25ê vê mehê ketibû destê çekdarên DAIŞê.
Operasyona hêzên Kurd ji bo kontrolkirina cih û avahiyên din ên di destê DAIŞê de didome.
