PKK ji wê deverê vekişiya, pêşmergeyên Rojhilat bicîh bûn

PKK ji wê deverê vekişiya, pêşmergeyên Rojhilat bicîh bûn

Rojava News: PKKê beşek ji hêzên xwe li deverên sînorî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de vekişand, li cihê wan pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bicîh bûn.

 

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik roja 24ê vê mehê gotibû, aloziya Kêlaşînê bi civînekê di navbera PKK û PDKÎ de çareser bû û niha ti nakokiyek nemaye.

 

Rayedarên PKKê û PDKÎ herî dawî roja 20ê Hezîrana îsal li Qendîlê civiyabûn. Beriya wê civînê jî du caran li hev civiyabûn.

 

Roja 24ê Gulana îsal, li devera sînorî ya Kêlaşînî di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ de şer derketibû, di encamê de pêşmergeyek şehîd bibû û 3 jî birîndar bibûn.

 

Li gorî gotina rayedarên PDKÎ, şer ji ber wê derketibû ku PKKê nedihîşt hêzên wan li deverên sînorî bimînin.