Rojava News: Rayedarên Kantona Kobanî kontrolkirina bajar bi temamî ragihandin, lê hişyariyê didin gel ku dibe hin çekdarên DAIŞê xwe di nav bajêr de veşartin.
Li gor nuçeya li ser Malpera Rudawê , Rewşa bajarê Kobanî niha aram e û xelk bi giştî kêfxweşî in ku bajar ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin.
Xelk di nava bajar de digerin û serdana cihên şer û cihên ku çekdarên DAIŞê ji xwe re kiribûn çeper, dikin û li termên çekdarên DAIŞê dinêrin.
li Dibistana Reş ku çekdarên DAIŞê xwe têde asê kiribûn û gulle berdidan xelkên sivîl, di navbera 3 heya 4 termên çekdarên DAIŞê hene. Herwiha li meydana Azadî 3 termê sivîlan li erdê mane û nayên naskirin, tenê tê zanîn ku yek ji wan zarok e û yên din mezintirin.
Çepera sêyem a DAIŞê li Navenda Bavê Xido ya Çand û Hunerê bû ku gelek termên DAIŞê tê de hene. Tê gotin di navbera 5 heya 6 termên çekdarên DAIŞê li wir hene. Herwiha hat ragihandin, 8 çekdarên DAIŞê jî li wir reviyane û ber bi başûrê Kobanî çûne û şervanên YPGê jî niha li wan digerin.
Li gor hemen nuçeyê; çekdarên DAIŞê di dema revê de, li ser rêya xwe 2 sivîl şehîd kirine, ku herdu jî kal bûne û jin û mêrê hev bûne.
Li gor hatiye zanîn; her çiqas niha rewşa Kobanî aram e, lê rayedarên Kantona Kobanî û berpirsên YPGê dibêjin, dibe ku hinek çekdarên DAIŞê xwe li nav bajêr veşartibin.
Rayedarên Kobanî hişyarî didin xelkê ku agahdarî xwe bin
