Rojava News: Xelkê Amedê ji şehîdên Kobanî yên êrişa wê dawiyê ya çekdarên DAIŞê re nimêja cenazeyê xwandin.
Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Kobanî kirin û bi sedan kes ji xelkê sivîl şehîd kirin û gelek kes jî birîndar kirin, xelkê Amedê duh li mizgefta mezin a wî bajarî, Mizgefta Ûlûyê li hev kom bûn û ji bo cenazeyên şehîdên Kobanî nimêja xiyabî kirin.
Di nava kesên amadebûyî li mizgefta Ûlûyê de, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê, Adem Ozcaner jî hebû.
Gelê Amedê yên ku li mizgeta mezin a bajrê kom bibûn, li hember êrişa çekdarên DAIŞê bo ser Kobanî gellek dilgiran û hêrs bûn.
Hinek ji wan xelkên amadebûyî ji Rûdawê re gotin, DAIŞ zalim e, lê belê ewên ku piştevaniyê lê dikin pir zalimtir in. Herwiha hinek ji wan jî dibêjin, DAIŞ bi wan kiryarên xwe yên hov û nemirovane, him zirarên dide destkeftên Kurdan û him jî zirarên dide ola îslamê.
