Barzanî ji wan welatan re sersaxî xwast

Barzanî ji wan welatan re sersaxî xwast

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sê peyamên sersaxiyê ji Rûsya, Fransa û Kuweytê re şand.

 

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya siyasetmedarê navdarê Rûsiyayê Yevgeny Primakov, peyameke sersaxiyê ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re şand.

 

Mesûd Barzanî herwiha peyamek ji Serokomarê Fransa François Hollande re şand û tê de ji ber êrişa roja înê ya li wî welatî ku tê de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn, hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê gihande Serok û gelê Fransayê.

 

Barzanî di nameyek din de jî ku ji Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed El Cabir re şand, hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê li hember wê êrişa xwekujî ya roja înê ku di mizgeftekê wî welatî de qewimî û hejmarek kes têde bûne qurbanî, gihande Mîr û gelê Kuweytê.

 

Duh siyasetmedarê navdarê Rûs û Wezîrê Derve yê berê yê Rûsyayê, Yevgeny Primakov koça dawî kir.

 

Herwiha duh înê him li Fransa û him li Kuweytê çekdarên nenas êrişî sivîlan kirin û di encam de hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî.