Penaberên kurdên êzidî ji bo ku biçin Ewropayê daketin kolanan

Penaberên kurdên êzidî ji bo ku biçin Ewropayê daketin kolanan

RojavaNews : Bi hezaran penaberên kurdên êzidî ku di kampên li Bakûrê Kurdistanê de diman, ji bo ku biçin Ewropayê ji kampên xwe derketin û daketin ser cade û kolanan.

Îro bi hezaran ji kurdên êzidî ku karîn xwe xilas bikin heta sînorê Bulgaristanê çûn, Lê bi hezaran kurdên êzidî jî ji aliyê leşker û hêzên asayîşê yên Tirkiyeyê ve hatin sekinandin. Lê kurdên êzidî dibêjin heta neçin Ewropayê, ew nasekinin û careke din jî venagerin ser axa xwe.

Ji aliyekî din ve rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê dibêjin, yasa rê nade wan ku ew destûra wê yekê bidin û rê li ber kurdên êzidî vekin da ku xwe bigihînin Ewropayê.