RojavaNews : Heta niha şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê berdewamin, çekdarên DAIŞê jî çend tax û navçeyên bajêr kontrol kirine.
Piştî derketina wî şerî û ji tirsa tawanên ku çekdarên DAIŞê li dijî sivîlan encam didin, hejmareke zêde ji welatiyên navçeyên ku şer li heye, mal û milkên xwe bicih hiştin û berê xwe dan Qamişlo û Amûdê
NY jî di nûtirîn amar de amaje bi hebûna “120 hezar” derbiderî li bajarê Hesekê dike.
