Şefîq: PYD ligel hemû aliyan rêdikeve, lê nahêle hêzên kurdî alîkariyê bikin

Şefîq: PYD ligel hemû aliyan rêdikeve, lê nahêle hêzên kurdî alîkariyê bikin

RojavaNews : Şarezayekî karûbarên Rojavayê Kurdistanê diyar dike ku, PYD rêkeftinê ligel aliyên din dike ji bo parastina navçeyên li bin destê xwe, lê ne amade ye ku hêzeke kurdî alîkariya wan bike.

Mistefa Şefîq di daxuyaniyekê de ji KDP.info re got: “PYD rêkeftin ligel hêzên Volkana Firatê û Artêşa Azad û hin hêzên ereb kiriye, ji bo parastina cihên di bin desthilata xwe de, di demekê de ku Encûmena Niştmanî ya Kurdî li sûriyê, hêzên xwe hene û PYD rê nade ku alîkariya wan bikin û axa xwe biparzêin, dujmin jî ev yek wek derfetekê ji xwe re dibînê û her car êrîşî cihekî dike.” 

Navborî got jî: “Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de pêşnakeve eger aliyên kurdî hev negirin, ji ber ku dujmin derfet ji wê yekê dibîne, lewma pêwîste bi her awayekî hevbigrin.”

Wî şarezayî zelal kir ku, eger PYD li ser vê siyaseta xwe berdewam be, dibe ku piştgiriya navdewletî jî nemîne, eger lihevkirineke giştî nebe ligel wan aliyên ku li ser qada siyasî pêk neyê.”

Şefîq wiha axeftina xwe bidawî anî: “Alîkariya firokeyên şer bo Rojavayê Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku DAIŞ li dijî hemû aliyekî û mirovahiyê ye, lê ev nayê wateya piştgiriya siyasî bo PYD.”