RojavaNews : Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandek Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran ya welatê Amerîka kir û amaje bi wê yekê kir ku, gelê Kurdistanê ji bo parastina xwe pêwîstî çeke.
malbera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, Îro 28 Hizêranê Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandek hevbeş ya Encûmena Nûneran û Encûmena Pîrên Amerîka û hejmarek karmendên balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kiriye.
herwiha ew jî eşkere kiriye ku di wê hevdîtinê de şanda mêvan asta pêkvejiyanê, pêşketina ku li Herêma Kurdistanê heye û rola Serok Barzanî di rêvebirina piroseya siyasî û şerê li dijî DAIŞê bilind nirxandye û sipasiya qehremaniya Hêzên Pêşmerge jî kirine ku qurbaniyên gelek mezin di ber parastina hemî pêkhatiyên Kurdistanê de dane.
herwiha sipasiya gel û Hikûmeta Kurdistanê kirne ku bi sedhezaran penaber ji Îraq û Sûriyê di nav xwe de hewandine û jiyana wan parastine.
şanda mêvan ji Serok Barzanî re ragihand ku li Amerîka têgihiştinek bi hêz heye derbarê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û hatine ji bo rewşê ji nêzîk ve bişopînin û piştgiriya hewlên Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge bikin û çend pirsên siyasî û emnî arastey wî bikin.
Malpera serokatiyê ew jî eşkere kir ku, Serok Barzanî bi germî pêşwaziya şanda mêvan kir û sipasiya hikûmet û Gelê Amerîka li ser alîkaryên wan bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û tekez kir ku gelê Kurdistanê ji bo parastina xwe pêwîstî çekan e, ji ber ku kur di herêmekê de dijîn herdemê dikeve rûbirûbûna têrorê ve.
derbarê rewşa Mûsilê piştî şerê DAIŞê Serok Barzanî ragihand ku, ji ber parêzgeha Neynewa fire netewe û ol e divê hemî pêkhatî ji paşeroja xwe dilrehet û piştrast bin lewma divê hemî pêhateyên Mûsilê bighên rêkeftinekê û mafê hemî aliyan biparêze.
peywendiyê navbera Hewlêr û Bexdayê û paşeroja Herêma Kurdistnê hin ji mijarên serekî yên vê hevdîtinê bûn.
