RojavaNews : Xelkê Rewandizê êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser Kobanî şermezar kirin.
Îro li bajarê Rewandizê xelkê vê bajarê bi xwepîşandanekê êrîşên vê dawî yên terorîstên DAIŞê yên bo ser bajarê Kobanê şermezar kirin.
Di wi xwepîşandanê de wêneyên şehîdên Kobanê hatin hildan û diroşmeyên dijî terorîstên DAIŞê jî hatin xwendin.
Di dawî de daxuyaniyek hate weşandin û daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê û tevahiya aliyên tikildar hate kirin daku hevkariya xelkê Kobanê bikin
