RojavaNews : Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û mijara serokatiyê daxuyaniyekê bide.
Li gorî agahiyan, Serok Barzanî dê îro (29ê Hezîranê) li ser rewşa Herêma Kurdistanê û kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê bide.
Tê zanîn, Parlamentoya Kurdistanê roja 23ê vê mehê li ser pêşniyar YNK, Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî yên ji bo sererastkirina qanûna serokatiyê civiyabû.
Partiyên han dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin lê PDK û hinek partiyên din dibêjin bila Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin.
