RojavaNews : Xwendevane kurd a Rûsyayê ji ber jêhatîbûna xwe ji aliyê Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn ve hat xelatkirin.
Xwendevane kurd a bi navê Gulê Nisret, ku li bajarê Sen Petersburgê yê Rûsyayê dijî, heta niha sê caran hatiye xelatkirin û her carê jî medalyaya zêr standiye.
Gulê dibêje, yek ji wan xelatan ji aliyê Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn ve hatiye dayîn.
Gulê pir ji Kurdistanê hez dike û dixwaze serdana Kurdistana azad bike: “Hemû dilê min Kurdistan e. Bila kes nabêje em di xema Kurdistanê de nînin. Em pir hez dikin Kurdistana azad bibînin. Ez her gav li televîzyonê dinêrim û pir kêfxweş dibim dema dibînim pêşmergeyên qehreman Kurdistanê diparêzin…”
Mirov û hevalên Gulê jî bi serkeftina wê kêfxweş û pê serbilind in…
Cara yekemîn e ku keçek kurd li Rûsyayê di warê xwendinê de tê xelatkirin
