Rojava News: Li başûrê bajarê Hesekê, şer di navbera şervanên Kurd, hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên DAIŞê de didome.
li taxên Newş Rojhilat û Vêlat el Homer ên bajarê Hesekê şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de didome û çekdarên DAIŞê ji wan taxan vekişin û berê xwe didin Seken Şebabê.
Li gorî agahiyan şervanên Kurd şeva borî taxa Ezîziyê ya bajêr bi temamî ji çekdarên DAIŞê standin.
Rojava News: Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Encûmena Nûneran û Encûmena Pîrên Amerîka kir û şnda mêvan Amerîka têgihîştinekî kûr beranber peywendiya Amerîka li gel Herêma Kurdistanê de heye û hatine ku ji nêzîk ve agahdarî rewşê bibin û ji bo wan hewlên Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge binirxînin.
Roja yekşem 28.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Encûmena Nûneran û Encûmena Pîrên Amerîka û hejmarek karbidest û şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa wê rola pêkvejiyan û pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye û her wiha rola Serok Barzanî ya li serkirdayetî kirina proseya siyasî û şerê terorîstên DAIŞ de bilind nirxand û spasiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku gelek bi azayane bi rûyê terorîstan da hatine û bi navê parastina hemwelatiyan û pêkhatên neteweyî û olî qurbaniyeke zêde dane.
Spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê jî kirin ku bûne penageha sedanhezar koçberên Sûrî û navxoya Iraqê û bi pêzanînê ve behsa ruh û giyana mirovdostiya Herêma Kurdistanê kirin.
Şanda mîhvan ewe jî bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka têgihîştinekî kûr beranber peywendiya Amerîka li gel Herêma Kurdistanê de heye û hatine ku ji nêzîk ve agahdarî rewşê bibin û ji bo wan hewlên Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge binirxînin û di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraqê û paşaroja navçeyê de çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Di derbarê rewşa Musil ya piştî şerê DAIŞ de Serok Barzanî wê yekê ragihand bi hukma wê yekê pêkhata olî û neteweyî yên cûr bi cûr li Nînowa dijîn pêwîste li qonaxa piştî DAIŞ da sîxeyekî wiha bê dariştin ku hemû pêkhatek ji paşaroja xwe dilniya bê û beşdarî birêvebirin û diyar kirina çarenûsa xwe bin.
Ji ber ku pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa bi ezmûnekî gelek tehl da derbasbûn û divê paşaroja wan bê mîsoger kirin.
Nirxandina pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda û her wiha paşaroja Iraqê û rêyên çareserkirina qeyranên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn
