YNK: Rêkeftina stratejîk a me û PDKê wek xwe maye

YNK: Rêkeftina stratejîk a me û PDKê wek xwe maye

Rojava News: Berdevkê Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Îmad Ehmed ragihand, rêkeftina stratejîk a me bi PDKê re hilneweşiyaye û ew rêkftin wek xwe maye.

 

Berdevkê Polîtboruya YNKê Îmad Ehmed ragihand ku: “Rêkeftina stratejîk a me ya bi PDKê re hilneweşiyaye û ti aliyekî behsa wê mijarê jî nekiriye.”

 

Îmad Ehmed herwiha got: “Pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi lihevhatina hemû aliyan dê were çareserkirin û em tenê bi PDKê re rêkeftinê nakin.”

 

Îmad Ehmed herwiha got: “PDKê bi ti awayî behsa hilweşandina hikûmeta li gel me nekiriye.”

 

Peyvdarê Polîtboruya YNKê amaje bi wê yekê jî kir, ew careke din 30 Hezîranek din bi PDKê re çênakin û ew ji bo çareserkirina kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi encamdana civîna pênc alî re ne.