Rojava News: Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan bi tundî gef li Tirkiyê xwar û got, eger Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike ewê jî êrişî Tirkiyê bikin û her derê Tirkiyê bikin meydana şer. Karayilan her wiha diyar kir, ew dê tola komkujiya Kobanî jî bistînin.
Murad Karayilan li ser komkujiya vê dawiyê ya Kobanî û gefên Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê û îhtimala ketina artêşa Tirkiyê bo nav Sûriyê ji ANFê re axivî.
Karayilan diyar kir ku dê tola komkujî û şehîdên Kobanî were standin û got, lê divê kêmasî û valahiyên ku di parastina wê herêmê de derketine holê, bên lêkolînkirin û bên zelalkirin ka çawa çekdarên DAIŞê karîne bikevin nav Kobanî.
Wî rayedarê PKKê anî ziman ku Tirkiye û DAIŞê bi hev re plana êrişa Kobanî danîne çimkî serkeftinên YPG di şerê DAIŞê de dewleta Tirkiyê û DAIŞê tirsandiye. Karayilan wiha axivî:
“DAIŞ ket nava wê tirsê ku paytexta wan Reqa têk biçe. Erdogan û hikûmeta AKPê jî tirsiyan ku têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê qut bibe. Yanî ketin nava tirs û xofê ku hêzên YPGê berê xwe bidin Cerablusê û bi vî rengî kantonên Kobanî û Efrînê bigihînin hev. Ji ber vê tirsa hevpar, her du hêzan ji nû ve berê xwe dan konsepteke hevpar."
Li ser îhtimal û îdiayên ku dibêjin, artêşa Tirkiyê dê derbasî nav Sûriyê bibe jî, Murad Karayilan ragihand, eger Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike ewê jî êrişî Tirkiyê bikin û wiha anî ziman:
“Eger ew dest li Rojava werdin, emê jî dest li wan werdin; hingî temamiya Tirkiyê dê bibe qada şer. Rayedarên Tirk pêwîst e di vê mijarê de bi aqilane tevbigerin.”
Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê (MGK) dê îro li ser mijara operasyona leşkerî li nav xaka Sûriyê bicive.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu jî duh di bersiva pirsên rojnamevanan de ku gelo Tirkiy dê li nav xaka Sûriyê operasyona leşkerî bike yan na, gotibû, sibê (îro) civîna MGKê ye û emê piştî civînê daxuyaniyên pêwîst li ser vê mijarê bidin.
