Pêşmergeyên "Roj " derbasî Kurdistana Sûriyê dibin

Pêşmergeyên "Roj " derbasî Kurdistana Sûriyê dibin

RojavaNews : Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê, ku li başûrê Kurdistanê dimînin û têne perwerdekirin wê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin, ku heta niha bêhtirî 20 kes ji wan li başûrê Kurdistanê di şerê DAIŞ de şehîd ketine.

derbasbûna wan Pêşmergeyan wê li ser daxwaza Emerîka û hêzên navdewletî be, bi taybetî jî piştî ku DAIŞ careke din kete Kobanî û komkujiyek li wir pêk anî, ku di encamê de, zêdeyî200 kesan hatine şehîdkirin û bisedan birîndar bûn, wê êrîşa DAIŞê, diyar bû ku YPG nikare bi tena serê xwe Kurdistan a Sûriyê biparêze.

Aliyên siyasî yên Kurd jî daxwaz dikin ku Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê derbas bibin.

Hejmarwa wan pêşmergeyan, 6 hezarî derbas dike.

Avesta