DAIŞ taxên Hesekê topbaran dike

DAIŞ taxên Hesekê topbaran dike

Rojava News: Hejmarek mezin ji xelkê bajar vê care berê xwe dane Amûdê.

 

Beşekî mezin ji taxên bajarê Hesekê ji aliyê çekdarên DAIŞê tên topbaran kirin.

 

Li gorî zaniyariyan;  ji duh 28 Hizêranê ve bajarê Hesekê  ji aliyê çekdarên DAIŞê bi tundî tê topbaran kirin.

 

Bi sedema topbaranê hejmarek gelekî mezin ji xelkê bajêr û bi taybet ji wan taxên ku rastî topbaranê tên bi mebesta parastina jiyana xwe û zarokên xwe berê xwe dane bajarê Amûdê.

 

Li gorî gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê rêjîma Sûriyê alîkariya çekdarên DAIŞê dike li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê û şervanên YPGê jî baceyê topbarana DAIŞê dide.