ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin

ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin

Rojava News: ENKSê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku li Reqa û Tebqa komkujî li dijî kurdan hatiye kirin.

 

Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku DAIŞê dest bi operasyoneke hovane bo koçberkirina Kurdên sivîl ji herdû bajarên Reqa û Tebqa kiriye, ew jî piştî ku li Girê Spî û Eyn Îsa rastî şikestinê hat û niha DAIŞ tolê ji Kurdan li Reqa û Tebqa hil dide ku ji wan xwestibû di dema 24 saetan de ji herdû bajaran derkevin, yan jî dê bêne kuştin û serjêkirin û bo navçeyên Tedmûr û Sûxne û Mûsil werin derkirin.

 

ENKSê herwiha ragihand ku kiryarên DAIŞê di çarçoveya operasyoneke berfireh de li dijî Kurdan pêk tên, bi taybetî  tawana ku li bajarê Kobanî pêk anîbû.

 

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, ji civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî xwest, tedbîrên pêwîst bistîne ji bo parastina Kurdan û hêzên aştîparêz ên navneteweyî li navçeyên Kurdan belav bike.