RojavaNews: Balyozê Îranê li bajarê Enqere paytexta Turkiye ragihand ku, welatê wî di warê rêgirîkirina li dirustbûna Dewletekî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştevaniya Turkiye dike û got: Damezrandina Dewleta Kurdî li Rojava pîlangerî ye ku li dijî Turkiye tê bi kar anîn.
Balyozê Îranê Reza Bêkdelî li bajarê Enqere bo Malpera Daily Sabah ya Turkî ragihand ku : Pêwîste di navbera Turkiye û Îran de hemahengiyek zêdetir hebe ji bo parastina yek parçeya Sûriyê ji ber ku damezarandina Dewleta Kurdî li Bakurê Sûriyê ziyanek mezin bo asayîşa herêmê dirust dike.
Beriya niha jî Serokkomarê Turkiye Receb Teyîb Erdogan ragihandi bû ku, welatê wî bi ti awayî rê nade avakirina dewletek ya Kurdî li sinorê Başûrê welatê wî.
