Hesekê.. çekdarên DAIŞê derbasî taxa Xuwêrana rojhilat bû

Hesekê.. çekdarên DAIŞê derbasî taxa Xuwêrana rojhilat bû

RojavaNews : Îro sibehê çekdarên DAIŞê derbasî taxa Xuwêrana rojhilat bû û hindek avahî û baregehên hêzên bi ser rêjîma Esed ve girtin.

Di heman demê de şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên bi ser rêjîma Esed ve li taxên başûr û rojhilatê bajêr berdewam e.

Herwiha duh her du taxên Salihiyê û muftî ku taxên kurda ne hate topbarankirin ji aliyê rêxistina DAIŞê ve û di encama wan topên hawin de gelek mal hatin hilweşandin.

Nalîn Hesen