Rojava News : Li bajarê Zaxo hejmarek xort û penaberên Kurdistana Sûriyê ji bo Kobanî xwepêşandanek lidarxistin.
Duh, li bajarê Zaxo hejmarek xort û penaberên Kurdistana Sûriyê ji bo Kobanî xwepêşandanek lidarxistin,di xwepêşandanê de siloganên şermezarkirina komkujiya Kobanî û daxwaza derbasbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê hatin bilindkirin.
Di 25ê vê mehê de hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî nava taxên Kobanî bûn û komkujiyek derheqê Kobaniyan pêkanîn.
