Rojava News :Hat zanîn, emîrekî DAIŞê ku berpirsê devera Badoşê ya Mûsilê bû, di encama êrişa balafirên şer de hatiye kuştin.
Berpirsê karûbarên PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ragihand ku berpirsê çekdarên DAIŞê li eniya Badoşê bi navê Reyan Talib, ku duh di encama êrişa balafirên şer de birîndar bibûn, îro mir.
Seîd Memozînî diyar kir ku ew emîrê DAIŞê bi giranî birîndar bibû ji ber wê jî can da.
Memozînî her wiha da zanîn, îro termên 47 çekdarên DAIŞê yên ku di şerê devera Bêcî ya parêzgeha Selahedînê de hatibûn kuştin, gihandin nexweşxaneya Mûislê.
Li gorî agahiyên wî rayedarê PDKê, di nav kuştiyan de termê Sedam Ehmed Selman jî hebû. Ew, yek ji kesên navdar ên partiya Beis a Iraqê bû û di nav DAIŞê de jî yek ji ser serkirdeyên wê rêxistinê bû.
Gundê Badoşê girêdayî bajarê Mûsilê ye û dikeve aliyê rojava yê bajêr.
