Hêzên Rejîma Suriye sûka Hesekê talan dikin

Hêzên Rejîma Suriye sûka Hesekê talan dikin

Rojava News:  Endamên Muqeneîn (maskeyî) ên Hêzên Parastina Neteweyî (Dîfa El-Wetenî) yên ser bi rejîma Baasê, di rewşeke şer de dikanên li sûka Hesekê talan dikin.

 

Li gorî nûçeyan Ajansan komên çekdar ên Dîfa Wetenî (Muqeneîn) yên ser bi rejîmê ve, ku beşek ji wan tevlî nava DAIŞ’ê bû, dikanên welatiyan ên li sûka bajarê Hesekê dişikînin û talan dikin. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku muqeneyîn duh gelek dikanên sûka Hesekê vekirin û dest bi talanê kirin.

 

Şahidên bûyerê dan zanîn ku çekdarên muqeneîn hemû rêyên ketina sûkê girtin û rê nedan welatî û dikandaran ku dikanên xwe kontrol bikin.

 

Di 24’ê Hezîranê de jî komên muqeneyîn alî çeteyên DAIŞ’ê kirin û pêşî li wan vekirin ku bikevin nava bajêr. Gelek ji wan jî ragihandin ku tevlî nava DAIŞ'ê bûne.