Rojava News: Îro di civîna Parlamentoya Kurdistanê de li ser bilêvkirina navê ‘Dewleta Îslamî’ li cihê DAIŞê, di nava parlamenteran de nakokî derket.
Îro di civîna Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de, Serokê Fraksiyona Azadî Ebû Karwan gotarek xwand û di gotara xwe de çend caran navê “Dewleta Îslamî ya Terorîst” li şûna navê rêxistina DAIŞê anî û ew yek nerazîbûna fraksiyona Komela Îslamî li pey xwe anî.
Piştî xwendina wê gotarê ji aliyê Serokê Fraksiyona Azadî ve, Serokê Fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê, Mela Merwan bi tundî nerazîbûna xwe anî ziman û di navbera herdu aliyan gotegot derket.
Peyamnêrê Rûdawê li parlamentoya Başûrê Kurdistanê ragihand: “Serokê Fraksiyona Komelê, Mela Merwan Gelalî daxwaza kiriye navê DAIŞê wek Dewleta Îslamî nehînin û ji wê rêxistinê re tenê navê DAIŞê bi kar bînin.”
Fraksiyona Azadî, ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (Şiyoî) ye û tenê parlamenterek endamê wê fraksiyonê ye.
