RojavaNews : Îro 30.06.2015 e , Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Yekem civîna xwe piştî kongreya sêyem li Ofîsa Partiya Pêşverû li bajarê Qamişlo de bê encam bidawî kir.
Di civînê de dê komîteyên ENKSê jî werin avakirin, wek Komîteya Pêwendiyên Derve, Komîteya Darayî, Komîteya Karên Ciwanan, Komîteya Karên Jinan, Komîteya Yasayî û Komîteya Ragihandinê dê werin avakirin.
Herwiha ENKS dê di civîna xwe de endamên Sekretariya Giştî ya ENKSê jî destnîşan bike û dê piştre di civîna Sekretariyetê de Serokê ENKSê jî were hilbijartin.
Civînên ENKSê dê 2 rojan bidome li gorî Nûçegihanê ARKê Sebrî Fexrî li bajarê Qamîşlo û dê basa rewşa Pêşmergeyên Kurdistama Sûriyê jî bê kirin di civînê de.
Can Yûsif
