Berîtaniya: pêwîste aliyên siyasiyên Kurdistanê rê li destêwerdana derve bigrin

Berîtaniya: pêwîste aliyên siyasiyên Kurdistanê rê li destêwerdana derve bigrin

 

 

Rojava News. Cîgirê balyozê Berîtanya ragihand: pêwîste aliyên siyasiyên Kurdistanê rêkê li ber destêwerdana derive di karûbarên navxwe yê Herêma Kurdistanê bigrin.

 

Li gorî daxuyaniyek serokatiya perlementoya Kurdistanê ku kopiyek bo BasNews hatibû şandin Îro 1 Temûzê serokê perlementoya Kurdistanê D. Yûsif Mihemed pêşwazî li cîgirê balyozê Berîtaniya li Îraqê “Bilînda Lwîs” û qunsilê Birîtaniya û şêwermendê wê yê siyasî li Herêma Kurdistanê “Engis Makî” kir di hevdîtinê de amaje bi pirojeyê ku di perlemento de hatibû pêşkêşkirin bo guhertina sîstemê hilbijartina serokê Kurdistanê ji aliyê  xelkê bo hilbijartinê ji aliyê perlementoyê, serokê perlemento amaje bi wê yekê kir, ji destpêkêve divabû sazan li ser bê kirin ji ber “Em naxwazin perlemento jî bibe beşek ji pirsgirêkan, lêbelê em dixwazin rola perlementoyê di çareserkirina kêşeyan de hebe.”

 

Her wiha li gorî wê daxuyaniyê şanda Birîtaniya ragihandiye: “Ev encamê demokrasiyê ne û em geşpînin ku wê aliyên siyasî li Kurdistanê karibin çareseriyek kurdiyane bibînin dûr ji destêwerdan hêzên derve bo karûbarê navxwe yê Herêma Kurdistanê.”