Pêşmerge bi tundî li DAIŞê da

Pêşmerge bi tundî li DAIŞê da

RojavaNews : Li eniya şer a Başîkê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên pêşmerge kirin, lê rastî bersiva tund a pêşmerge hatin û êrişa wan hat têkşikandin.

Duh  çavkaniyekî ji Hêza Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê ragihand: Saet 19:30 ê êvarî, çekdarên DAIŞê li gundê Pîr Benk li mêhwera Başîkê êrişî hêzên pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Wî çavkaniyê Hêza Pêşmerge, derbarê zirarên DAIŞê yên êrişa duh de got: "Ji ber ku navçe tarî ye, nayê zanîn ka zirarên wan çi qas in, lê belê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan, bêyî ku ti zirarek bigihîje Pêşmergeyan."

Li gor gotina wî çavkaniyê pêşmerge, çekdarên DAIŞê piştî bersiva tund a hêzên pêşmerge, ji deverên paşde çûne.