ENKS: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hêza me ya leşkerî ne

ENKS: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hêza me ya leşkerî ne

RojavaNews : Duh Encûmana Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe bi dawî kir û biryar hat  sitendin ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Başûrê Kurdistanê ne wek hêza leşkerî ser bi ENKSê ve ne.

 

Li gorî zaniyariyan di wê civînê de ku li hola kongiryan li Bajarê Qamişlo, li Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin, ji bilî biryara derheqê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bêhtrîn komîtên ENKSê hatin hilbijartin bi beşdarbûna hemî aliyan ji partiyên siyasî, kesên serbixwe û nûnerên jin û xortan.

 

Herwiha her yek ji Sekreterê Partiya Demokarata Kurdistanê li Sûrtiyê (PDK-S) Siûd Mele, sekreterê Partiya Wekhevî Nimet Daûd, sekreterê Partiya Yekitî Ibrahîm Biro,  sekreterê  Partiya Elwehdê Kamîran Hac Ebdo, sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Derwîş, Sekreterê Tevgera Çaksazî Fêsel Yûsif û Serkirde di Partiya Elpartî de Ehmed Sîno ji bo komîta peywendiyên derve hatin hilbijartin.