RojavaNews :Civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo bidawî hat û Îbrahîm Biro weke serokê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin.
Ew civîna emîndariya giştî ya ENKSê ku îro êvarê saet 17:00ê destpê kiribû, bidawî hat û têde Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro weke serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.
Herwiha Ofîsa Serokatiya ENKSê jî ku ji 5 kesan pêk tê hat hilbijartin û tevî Îbrahîm Biro her yek ji Fêsel Yûsif, Ehmed Sîno, Hejar Hesen û Xelîl Husam bûn endamên Ofîsa Serokatiyê ya ENKSê.
Li gorî zanyariyan, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê xwe ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê vekişand.
