RojavaNews : Pêleke germbûnê ji başûr ber bi Herêma Kurdistanê diçe, li gelek deveran jî pileyên gelekî bilind tên tomarkirin.
Li bajarê Kalar yê parêzgeha Silêmaniyê ev germahî bi pileya 48`an bû. Her wiha li hin deverên din yên Herêmê pile wiha bûn:
Kerkûk, Xaneqîn, Xurmato 46 derece.
Hewlêr 44, Mexmûr 45, Silêmanî 46, Helepça 47, Duhûk 41, Zaxo 44.
Li gorî agahiyan ,pileya germahiyê li bajaroka Kifrî nêzî Kerkûkê gihişte dora 50 dereceyî.
