Rojava News: Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, gellek darên zeytûnê şewitîne û zuha bûne.
Şewata ziyana erdan li Kobanî berdewam dibe û ta vê demê bi hezaran darên zeytûnê hatine şewitandin, ji ber wê jî ziyanên aborî yên mezin gihiştine xelkê Kobanî.
îsal piştî zuhabûna keskayîya biharê, berdewam erd û zeviyên çandiniyê li Kobanî têne dişewitin û agirê zeviyan bi darên zeytûnê û meyweyên din dikeve.
Sedema vêketina agiran û belavbûna şewatê li Kobanî ew e ku xelkê Kobanî ji ber êrişa DAIŞê çandiniya xwe nekiribû, ji ber wê yekê, ziyana çolê di nav erdan de îsal pir bilind bibû û niha jî xelk neçar e erdên xwe bi şewatandina wê ziyanê paqij bike, dema ku xelk agir bi erdên xwe dixe carna pêlên agir digihin darên zeytûnan…


