RojavaNews : Şer û pevçûn di navbera hêzên rejîma Esed û çekdarên DAIŞê li aliyekê û çekdarên DAIŞê li aliyekê din de didome.
Li bajarê Hesekê , duh bi şev balafirên Hevpeymaniyê cih û navendên çekdarên DAIşê li her du taxên Neşwe ya rojava û ya rojhilat bombebaran dikin, ligel şer û pevçûnên giran di nava her du taxan de ,di navbera hêzên artêşê û çekdarên DAIŞê de berdewam dikin.
Hêzên artêşa Esed bi alîkariya milîsên Mexawîran karîbûn çekdarên DAIŞê ji Neşweya rojhilat derxînin ,ew çekdarên ku karîbûn alîgiran li Neşwe ya rojava û Hoş Elbahir ji xwe re bibînin û derbasî nava wan taxan bibin.
