Ebilhekîm Beşar: Rûxandina rejîmê bi alîkariya rêxistinên terorîst ne serkeftinek ji şoreşê re ye

Ebilhekîm Beşar: Rûxandina rejîmê bi alîkariya rêxistinên terorîst ne serkeftinek ji şoreşê re ye

RojavaNews :Ebilhekîm Beşar Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya got ku rûxandina rejîmê bi alîkariya rêxistinên terorîst ne serkeftinek ji şoreşê re ye. 

Ebilhekîm Beşar Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya li ser rûpelaxwe ya facebookê nivîsandibû ku hincetgirtina Xalid Xoce serokê Hevpeymaniya Sûriyê derbarê hemahengiya bi Cebhet El Nusra re di heyama şer de, ev yek bi xwe tê wateya wê yekê ku îtîlaf siyaseta rejîma Esed dimeşîne dema hemahengiyê bi DAIŞê re dike da ku şoreşê tine bike.

Beşar destnîşan kir: "Divê helwesta Hevpeymaniyê ji terorê diyar be ji ber ku armanca şoreşê ne tenê rûxandina rejîmê ye,lê avakirina Sûriyeke nû jî merceke wê ye." 

Beşar dewam kir û got : "Rûxandina rejîmê bi alîkariya rêxistinên terorîst, ne serkeftinek ji şoreşê re ye,tenê guhertina rejîmeke terorîst bi rejîmeke din ya terorîst ."