Rojava News: Nivîskar û civaknasê navdarê tirk û dostê nêzîkî gelê kurd, Îsmaîl Bêşîkçî derbarê rewşa Rojavyê Kurdistanê de got, pêwîstiya kurdên Rojavayê Kurdistanê bi avakirina dewletê heye, ji ber ku ew nikarin bi çekên sivik xwe biparêzin.
Îsmaîl Bêşîkçî herwiha ragihand, îdiayên dewleta Tirkiyeyê ku dibêje, Kurdan bi girtina Girê Spî dest bi guhertina demografiya herêmê kirine, red kir û got, berovajiyê wan îdiayan, demografiya wan herêman di salên 1960ê de ji aliyê Partiya Bais a Sûriyeyê ve hatibûn guhertin û Kurdan bi kontrola Girê Spî ew yek serrast kirin.
Bêşîkçî ku ji ber xatirê doza kurd û Kurdistanê 17 salan ket girtîgehê, derbarê rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê de nêrina xwe wiha anî ziman: “Dema ku Girê Spî ket destê hêzên kurdî, rêye yekbûna kantonên Rojava vebû. Hêdî hêdî ew herêma kurdî ya ku ji aliyê rejîma Beis ve hatibû parçekirin, dibe yek. Kurdên li wir jî divê ber bi dewletbûnê ve gav bavêjin, çimkî ew nikarin bi çekên sivik xwe biparêzin û divê çekên wan ên giran hebin.”
Civaknasê navdarê tirk û dostê gelê kurd, Îsmaîl Bêşîkçî herwiha derbarê komkirina hêzê ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser sînorê navbera wî welatî û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî tekez kir: “Ez bawer nakim Tirkiye tiştekî wisa bike. Tirkiye dixwaze pêşketina kurdên Rojava û Başûr bide sekinandin û wan paşde bibe lê ez bawer nakim mudaxeleya leşkerî bike. Tirkiye dibêje, em li dijî guhertina demografiya herêmê ne. Demografiya herêmê di salên 1960î de û ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû guhertin jixwe. Piştî ku Girê Spî hat kontrolkirin êdî herêm dê vegere demografiya xwe ya berê.”
Derbarê bandora şerê DAIŞê bo ser Kurdan de jî Îsmaîl Bêşîkçî dibêje: “Êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê bû sebeba wê ku di qada navdewletî de pêşiya Kurdan vebe. Şerê Kurdan li dijî DAIŞê bû sedema wê ku hêzên navdewletî ji nêzîk de rewşa Kurdistanê bizanin û pê re eleqedar bin. Kî şerê DAIŞê dike? Kurd. Kurd bi fedakarî şerê DAIŞê dikin, hêzên navdewletî jî vê yekê dibînin. Wan dîtin ku kurd hêzeke bi tena serê xwe ne.”
Bêşîkçî derbarê çûna hêzên pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê bo paratsina cih û warên xwe de got: “Pêwîst e pêşmerge û YPGê bi hev re li dijî DAIŞê şer bikin. Pêwîst e kurd êdî nakokiyên xwe bidin aliyekê. Kurd bi hev re pêwendiyên biratiyê deynin baştir e nek bi tirkan û ereban re.”
