Şerekî giran dinavbera DAIŞ û Pêşmerge de berdewame

Şerekî giran dinavbera DAIŞ û Pêşmerge de berdewame

RojavaNews : Şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAIŞê berdewame û Pêşmerge agir bi baregehên DAIŞê dixe.

Duh 5 Temûzê li başûrê bajarê Kerkûkê li enya “Meryem Beg” çekdarên DAIŞê êrîşek berfireh birin ser sengerên Pêşmerge, çavkaniyekê ji nav Hêzên Pêşmerge ragihand: DAIŞ ji çar aliyan ve êrîş kirin û çekên gelekî giran bikaranîn û gotî: “Seet 12:30 ê bi şev êrîşa xwe dest pêkirin û şer hîna berdewame.”

Herwiha got jî: “Pêşmerge di amdebaşiyê de ye û agir bi baregehên DAIŞê xisit û tevgera DAIŞê pûçkiriye.”

Agir bi çend otombîlên cure Hemer yên DAIŞê ketiye û pêşmerge serkeftinek mezin bidestxistine.

Di heman demê de çekdarên DAIŞê êrîşî gundê “More” kirine û şer û pevçûn li wir berdewame.