Amerîka rêya alikariyên leşkerî bo Pêşmerge negirtiye

Amerîka rêya alikariyên leşkerî bo Pêşmerge negirtiye

RojavaNews :Konsulê DYA yê Hewlêrê Joseph Pennington diyar kir ku Amerîka beşek mezin çek şandine bo Herêma Kurdistanê û dê welatê wî alîkariyên xwe yên bo Hêzên Pêşmerge jî berdewam bike.

Konsulê DYA yê Hewlêrê Joseph Pennington li ser navnîşana xwe ya twitterê bersiva wan gotinan da ku dihate gotin Amerîkayê rêgirî kiriye ku çek bigehin destê Pêşmerge.

Pennington red kir ku welatê wî rêgiriya vî karî dike û got: ”Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi moralek bilind li dijî rêxistina terorîstî yê DAIŞ’ê şer dikin. Amerîka û welatên hevpeyman jî piştgiriyê li Pêşmerge dikin. Ew agahiyên ku behsa wê yekê dikin ku Amerîka rêgirî li gehiştina hevkariyên leşkerî bo Pêşmerge dike, ne rast in. Amerîka bixwe çekên li dijî tankan a cûrê AT-4, otomobîlên serbazî yên MRAPS û cîhazên mayinhilgir şandine bo Pêşmerge.”

Pennington got ku wê di dema pêş de Amerîka û welatên hevpeymanan topên hewan, amêrên bêtel, otomobilên serbazî û cûrêyên din ên çakan bigehînin destê Pêşmerge.

 

Konsulê DYA yê Hewlêrê Joseph Pennington herwiha diyar dike ku DYA û welatên hevpeymanan ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge heta niha 2 hezar 800 êrîşên esmanî encam dane.