Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dê vegerin

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dê vegerin

RojavaNews :Çavkaniyek agahdar eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rêkeftin li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê da ku beşdarî bergirya  bajarên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Çavkaniyek taybet bi BasNews ragihand: “Di demek nêzîk de wê 11 fewcên Pêşmergeyên rahênan kirî ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn rahênan kirin vegerin Rojavayê Kurdistanê.”

Wê çavkaniyê eşker kir, ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) agahdarin û razîbûna xwe jî anîne ziman, tekez jî kir ku vegera wê hêzê wê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê be û rasterast wê çek û pêdawîstiyên leşkerî bo wan bên peydakirin.

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê berî demekê wek hêza leşkerî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di kongireya wê ya sêyemîn de hate qebûl kirin û ji dema ku DAIŞê çend deverên Herêma Kurdistanê dagîrkirin Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê mil bi milê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şerê çekdarên DAIŞê dikin û çend Şehîd û birîndar jî kirine qurbanî.